RABAT
Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Anadoluyê (AA) û Midûrê Giştî Kemal Ozturk bi Wezîrê Ragihandinê yê Fasê û Berdevkê Hikumetê Mistefa el-Xalefî û nûnerên çapemeniyê re hate bal hev û der heqê AAyê de agahî da. Xalefî got ku ji ber ku buroya AAyê ya li Fasê dest bi xebatê kir, ji bo welatê me xwe bigihîne dinyayê ev pêngav ê bibe alîkarê me.
Ozturk, li paytexta Fasê Rabatê bi nûnerên çapemeniyê re civiya, der heqê xebatên dîrektoriya AAyê ya Rojhilata Navîn û Herêma Afrîkayê agahî da û Sîstema Hinartina Nûçeyan (HAS) da nasîn. Ozturk desnîşan kir ku AA bi taybetî di van her du salên dawîn de, li herêma ereban pir çalak e û behsa paşxaneya xebatên xwe yên ragihandina bûyerên li qadan diqewimin û serkeftinan, kir.
Ozturk bal kişand ku AA herêma ereban û balkanan di serî de li gelek herêmên dinyayê yên cihê cihê derketiye asteke girîng, her weha AAyê ji xwe re kiriye armanc ku di 2020an de têkeve nav 5 ajansên xeberan yên dinyayê yên pêşîn.
Wezîrê Ragihandinê yê Fasê Xalefî: "Ez bi baldarî AAyê teqîb dikim"
Xelefî diyar kir ku bi baldarî xeberên AAyê teqîb dike û got: "Em Ajansa Anadoluyê him li herêma ereban û hem jî di nûçegîhaniya navnetewî de serkeftî dibînin û em bawer dikin ku dê ev serkeftina wê hê zêde be."
Ozturk jî got: "Em ê xeberên li Fasê bê alîgirî ragihînine dinyayê."