HEWLÊR
Endamê Hîndekariya Zanîngeha Selahadînê Ezîz Barzanî li Enqerê, li Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn ya Navneteweyî (IMPR) beşdarî civînekê bû û piştî civînê daxuyaniyek da nûçegîhanê AAyê. Ezîz Barzanî der barê paşvedayîna hilbijartina serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê ya Federal de diyar kir, ji ber ku namzetekî hêzdar dernakeve, PDK rehet e û wiha dewam kir: "Bi rastî jî biryara paşvedayîna hilbijartinan ji bo kurdên Iraqê pir girîng e." Ezîz Barzanî dest nîşan kir ku bi vê biryarê makezagon nehatiye binpêkirin û got, biryar digel YNKyê hatiye standin.
-Hebûna Serokomar Celal Telebanî pir girîng e
Ezîz Barzanî der heqê rewşa tendurîstiya Serokomarê Iraqê Celal Telebanî de jî axift û bal kişand ku hebûna Telebanî him ji bo îstiqrara dewleta Iraqê him jî ji bo îstiqrara Herêma Kurdistanê pir girîng e.
-Hilbijartinên parlementoyê girîng in
Ezîz Barzanî hilbijartinên parlementoyê yên dê meha îlonê bên kirin jî bi bîr anîn û got: "Ez wisa hizir dikim ku PDK û YNK dê bi lîsteyên cuda têkevin hilbijartinê. Lewra rêveberên YNKyê wisa difikirin ku heke digel PDKyê têkevin hilbijartinê, dê dengan berze bikin. Ji ber vê jî dê bi lîsteyeke cuda têkevin hilbijartinê.
-Ne mimkun e ku milîtanên PKKê tevli siyaseta çalak bibin
Ezîz Barzanî li ser pirsekê, der heqê endamên PKKê yên ji axa Tirkiyê vedikişin de jî got, ne mimkun e ku li Herêma Kurdistana Iraqê ya Fedaral tevli siyaseta çalak bibin.
-Divê ji tirkmenan hêzeke ewlehiyê bê avakirin
Ezîz Barzanî bal kişand ser êrîşa ku hefteya borî hatibû kirin û tê de Alîkarê Serokê Cepheya Tirkmenên Iraqê Ali Haşim Muhtaroglu hatibû kuştin û wiha pê de çû: "Tirkmen di nav qisawetê de ne. Ne bi tenê li Tuzhurmatuyê, li gelek cihên welêt dibin hedefa êrîşan. Ji bo vê jî divê ji tirkmenan hêzeke ewlehiyê bê avakirin."