08 Gulan 2019•Rojanekirin: 08 Gulan 2019
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi awayek surprîz çû serdana Bexdaya paytextê Iraqê û li wir bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî ra hevdîtin kir.
Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Mihemed Elî el-Hekîm wêneyên hevdîtina Pompeo ya bi Salih û Ebdilmehdî ra ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand.
Hekîm ji bo parvekirinên xwe yên ji ser medyaya civakî jî got: "Me jî di civîna ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî ra hevdîtin kir da, cih girt."
Hat gotin Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo di hevdîtina bi rayedarên Iraqî ra kir da li ser mueyîdeyên ku welatê wî li dijî Îranê disepîne sekinî û ragihand ku mueyîde li hemberî Iraqê neyên sepandin.
Pompeo duh li Fîlandiyayê piştî hevdîtinan serdana xwe ya ber bi Almanyayê va betal kiribû û derbasî Iraqê bûbû.