Tê çaverêkirin ku Kerryê bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malîkî, Serokê Parlementoyê Ûsmane Nûceyfî, Arîkarê Serokomar Hûzeyr Hûzaî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Xoşyar Zêbarî û Serokê Lîsteya Mûwatinê Emer Hekîm re were bal hev. Kerry û Zêbarî piştî hevdîtinê dê civîna hevpar a çapemeniyê li dar bixin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, Kerryê li Bexdayê li ser rewşa nû ya welat a piştî ku rêxistina Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) Mûsil kir destê xwe, dê bisekine. Ji bo çareserkirina qeyranê, Kerryê dê hin pêşniyaziyên çareseriyê pêşkêşî hikûmeta Bexdayê bike.