Abdullah Tel
30 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
WASHINGTON
Wezîrê Tenduristiyê yê DYAyê Tom Priceyê ku di gerên xwe yên taybet da jetên malên dewletê ne bikardianî û ji ber vê tevgerê dihat rexnekirin, îstifa kir.
Qesra Spî der barê meseleyê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Serokê DYAyê Donald Trump îstifaya Price qebûl kir.
Daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Wezîrê Tenduristiyê Tom Price îro îstifaya xwe da û Serok jî ev îstifa qebûl kir. Serokê wek wekîl Don Wright wezifedar bike."
Kongreya DYAyê li ser îdiayên bikaranîna jetên dewletê der barê Price da jêpirsîn dabû destpêkirin.