Nihat Kavşut
30 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Stephane Dujarricê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan kir siyanetê nîşanî rewşa unîter ya Iraqê û yekîtiya ax û desthilatdariya wê didin.
Dujarric di brîfinga çapemeniyê da xeberda û destnîşan kir ku referanduma li Herêma Kurdistana Iraqê hat kirin û encamên wê ji nêz va teqîb dikin û got dema hewce bike em amade ne alîkariya terefan bikin û wiha dewam kir: "Em siyanetê nîşanî rewşa unîter ya Iraqê û yekîtiya ax û desthilatdariya wê didin."
Stephane Dujarric destnîşan kir herdu terefan jî banga îtidal û sikûnetê dikin û got NY jî tevlî vê bangê dibe û wiha dewam kir: "Misyona Alîkariyê ya Iraqê ya NYê li Iraqê wê alîkariyên xwe yên di warê mafên mirovan, siyasî û pêşketinê da berdewam bike."