Melike Pala,Selen Valente Rasquinho
30 Gulan 2024•Rojanekirin: 31 Gulan 2024
Wezîrên Karên Derva yên welatên NATOyê li Praga paytextê Çekyayê berî Lûtkeya Washingtonê di çarçoveya civîneke nefermî da civiyan; ev civîn di serî da ji bo piştgirîdayîna Ukraynayê û ji bo gotûbêjkirına mijarên di rojeva îtifaqê da hat kirin.
Wezîrên Karên Derva yên hevkar, berî lûtkeya NATOyê ya îsal wê di navbera 9-11ê Tîrmehê da li Washingtonê bê kirin, civînên nefermî yên ji bo amadehiya lûtkeyê wê li Pragê bikin.
Di civîna wê du rojan dewam bike da, Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan wê temsîl bike.
- Ji bo Ukraynayê fikra tayînkirina nûnerê NATOyê di rojevê da ye
Nûnera Daîmî ya NATOyê ya Amerîkayê Balyoz Julianne Smith der barê rojeva civînê da agahî da çapemeniyê û li gor Smithê tê nirxandin ku ji bo Ukraynayê nûnerekî NATOyê yê sivîl were tayînkirin.
Di vê çarçoveyê da NATO li ser nexşerêya ku navê wê daniye "Xebata bihevra" dixebite. Dîsa di vê çarçoveyê da ji bo agahiyên ser pêvajoya şerê Ukrayna-Rûsyayê, seba ku geşedanên qadê ji nêz va werin şopandin, fikra avakirina "Navenda Herbê" (Warfare Center) jî di rojevê da ye.
Di mijara endamtiya NATOyê ya Ukraynayê da amadehî tê kirin ku ji pêvajoyên derbasbûyî cudatir di Civîna Washingtonê da zimanekî cuda were bikaranîn.