HELEB
Ji ber pevçûnên di navbera DÎŞI û hêzên kurdan da Kobanêya Helebê kavil û wêran bû. Niha jî tê plankirin ji bo balê bikşînin ser terorê wê hin ciyên Kobanêyê kavil û wêran bihêlin.
Li herêmê şerê di navbera DÎŞI û hêzên kurdan da nêzî 4 mehan dewam kir û niha jî li herêmê rewşeke aram heye. Ji ber ku di şer da çekên giran hatin emilandin Kobanê kavil û wêran bû.
Piştî ku DÎŞI ji Kobanêyê hat derxistin, rewşa herêmê û bîlanço eşkere bû. Ji ber şer Kobanê weran bûye û gelê Kobanê diheyirin. Zarokên ku piştî şer derketin kuçe û kolanan ji xwe ra bisqilêtên xwe dajon.
Li gor texmînan li Kobanêyê nêzî 2 hezar kes mirin. Li herêmê herî zêde milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin.
Rayedarê payebilind ê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Mislim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got me li herêmê demeke dirêj li hemberî terorê şer kir.
Mislim destnîşan kir ku hemû dewletan li dijî terorê şer kirin û got ji bo balê bikşînin ser terorê wê hin ciyên Kobanêyê kavil û wêran bihêlin.
Mislim diyar kir ku wê hin derên Kobanêyê xirabe bihêlin û wiha got: "Wê hin ciyên Kobanêyê wêran bimînin. Ji bo ku balê bikşînin ser terorê em ê dest nedinê. Wek mayîn ji bo Kobanêyeke nû hevdîtinên me dewam dikin."