KERKÛK
Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê do li başûrê Kerkûkê li dijî DÎŞIyê operasyon dan destpêkirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê pêşmerge ji bo li başûrê Kerkûkê herêmên di destê DÎŞIyê da ne bistînin, operasyon dikin.
Operasyon di bin emrê Enwer Hecî Osmanê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan da tê meşandin û li gundê Mele Evdila topên hewanê davêjin kozikên DÎŞIyê. Pêşmerge bi çekên giran va ketin gundan û li heremê şer dewam dike. Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya di serkêşiya DYAyê da bombeyan diavêjin kozikên DÎŞIyê.
Mihemed Hecî Mehmûdê Fermandarê Pêşmergeyan destnîşan kir ku heta herêmê ji DÎŞIyê nestînin wê êrîş û operasyon dewam bikin. Mehmûd diyar kir ku wê di demeke kurt da herêmê rizgar bikin û wiha got:
"Em ê hêz û qeweta pêşmergeyan nîşanî milîtanên DÎŞIyê yên dargirker bidin. Em ê gundên di destê DÎŞIyê da xilas bikin."
Di 29ê rêbendanê da milîtanên DÎŞIyê êrîşî gundên Tel el-Werîd, Mekteba Xalid, Meryembeg û Mele Evdila kiribûn. Do heta nîvro şer dewam kiribû û gundên Mekteba Xalid û Mele Evdila ketibûn destê DÎŞIyê.
Di şer da Şêrko Fatîh jî di nav da 29 pêşmergeyên eniyên Mûsil, Kerkûk û Dyalayê hatibûn kuştin. Di şer da 173 hêzên ewlehiyê birîndar bûbûn û gelek milîtanên DÎŞIyê hatibûn kuştin.
Li başûrê Kerkûkê şer dewam dike.