Muhammet İkbal Arslan
11 Mijdar 2023•Rojanekirin: 13 Mijdar 2023
Serokê Federasyona Xaça Sor a Navneteweyî û Komeleyên Heyva Sor (IFRC) Francesco Rocca got, "Êdî bes e! Civaka navneteweyî rewşa li Xezeyê çawa qebûl dike? Di Nexweşxaneya Qudsê da dergûşên di kuvozê da û nexweşên beşa giran di talûkeyê da ne."
Rocca der barê Xezeya ku di binê dorpêçkirina Îsraîlê da ye û bi destê Îsraîlê tê bombebarankirin da li ser platforma medyaya civakî ya Xê daxuyanî da.
Rocca got, "Êdî bes e! Civaka navneteweyî rewşa li Xezeyê çawa qebûl dike? Di Nexweşxaneya Qudsê da dergûşên di kuvozê da û nexweşên beşa giran di talûkeyê da ne." û bang kir ku pevçûn bisekinin.
Rocca destnîşan kir ku divê destûr were dayîn ku alîkariya însanî bigihêje Xezeyê, sotemenî jî tê da divê hemû alîkarî bigihêjin bakurê Xezeyê jî.