Esat Fırat
19 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2025
Tûxayên Îzedîn el-Qesama şaxa eskerî ya Hemasê di çarçoveya merhaleya yekemîn a peymana agirbest û berdêlîkirina hêsîran da ku bi Îsraîlê ra kirin, 3 jinên hêsîr ên Îsraîlî teslîmî ekîba Xaça Sor kirin.
Ekîba Xaça Sor li Meydana Sarayayê ya li bajarê Xezeyê amade bûn û 3 jinên hêsîr ên Îsraîlî ji Tûxayên Qesamê teslîm hildan.
Tûxayên Qesamê bi techîzateke tam hatin dîtin û bi hezaran Filistîniyan di operasyona teslîmkirinê da tekbîr anîn û duruşme berz kirin.
Ji aliyê din va ji artêşa Îsraîlê daxuyaniya nivîskî hat dayîn û Xaça Sor ragihand ku 3 hêsîrên Îsraîlî teslîmî wan kirin û ew ber bi hêzên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê va bi rê ketin.
- Peymana agirbest û berdêlîkirina hêsîran a navbera Îsraîl û Hemasê
Ji welatên navbeynkar Qeterê di 15ê Rêbendanê da daxuyand ku Îsraîl û Hemasê li hev kir ku li Xezeyê agirbest çêbe û hêsîr werin berdêlîkirin.
Peymana lihevkirinê îro li gor saeta Tirkiyeyê di 12.15an da ket rewacê. Peymana agirbestê ji sê merhaleyan pêk tê û di 42 rojên ewil da 33 hêsîrên Îsraîlî wê werin berdan.
Li gor peymanê alîkariyên însanî wê bi awayekî berfireh bigihêjin Xeta Xezeyê û Filistîniyên ku ji cî û warên xwe bûne, wê bikaribin vegerin herêmên xwe.
Hûrguliyên merhaleya duyem û sêyem jî wê piştî kutakirina merhaleya ewil werin eşkerekirin.