Li Kerkûka bajarê Iraqê ji ber nîqaşên hilbijartinê yên di navbera partiyan de biryarek hat dayîn. Li gor biryarê li bajêr piştî saet 21.00an propagandaya hilbijartinê ji bo partiyên siyasî hat qedexekirin.
Komîsyona Ewlehiya Hilbijartinê bi serokatiya Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm civîya û biryar da ku li Kerkûkê xebat û propagandayên hilbijartinê di navbera saet 21.00 û 07.00an de dê neyê kirin.
Walîtiya Kerkûkê daxuyanî da û wiha got: "Ev biryar ji bo ku rê li ber nîqaşên di navbera partiyan de bigire hat dayîn. Di dema xebatên hilbijartinê de, ew kesên ku gule berî hewayê didin jî dê ceza li wan bê birîn."
Waliyê Kerkûkê Kerîm jî daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku wan ji bo ewlehiya gelê Kerkukê ev biryarê da.