Partiya Demokrat a Kurdan a Sûriyeyê (El- Partî) ya di bin serokatiya Ebdulhakim Beşar, Partiya Azadî ya di bin serokatiya Mistefa Cuma, Partiya Kurd Azadî ya di bin serokatiya Mistefa Oso û Yekîtiya Kurdistanê ya di bin serokatiya Ebdulhemîd Hemo de bi kongreyê xwe feshkirin û beşdarî partiya nû bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bidestxistin civînên ji bo bijartina serokê partiyê berdewam dike. Navê Serokê El Partiyê Ebdulhakim beşar û Endamê Lijneya Birêvebirina El Partiyê Sûûd Mele ji bo sekreteriya giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê a Sûriyeyê derdikevin pêş. Tê payîn ku serokê giştî yê partiyê di civîna ku dê sibê bê kirin de diyar bibe. Serokê partiyê dê xebatên xwe yên siyasî ne li Hewlêrê dê li Sûriyeyê bike.
Hat ragihandin 4 partiyên ku demek dirêj e li Rojavayê bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re li hev nakin, li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bûn yek.
- "PYDê xwest ku me asteng bike"
Rayedarekî ku nexwest navê wî bê nivîsandin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku 650 delegeyên ku beşdarî kongreya ku duh hat lidarxistin bûn, bi rêyên qaçax ji Sûriyeyê reviyan û hatin Iraqê. Rayeder diyar kir ku PYD rêyan asteng dike û wiha axivî: "Lidarxistina vê kongreyê ji bo me gelek dijwar bû. Gelek ji delegeyên me bi rêyên qaçax û di nav zehmetiyên mezin hatin Hewlêrê. PYD aciz bû ku em di nav partiyê de bûn yek. Ji ber wê yekê jî xwestin ku hatina me ya vir asteng bikin. Lê belê me bi piştgiriya Serok Mesûd Barzanî jî kongreya xwe li dar xist."