06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
WASHINGTON
Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest destnîşan kir ku xeberên ji Helebê tên her ku diçe mirovan ditirsîne û rewşa bajêr xirabtir dibe û wiha got, "Gelek kesên bêguneh mirine, jiyana gelek mirovên ku di navê da jin û zarok jî hene di xetereyê da ye. Ev, rengvedana bêexlaqiya rejima Esed e. Ev, hedefa serkeftinê ya li herêmê ya Rûsya û Îranê ye ku ketina xefikê didin ber çavê xwe."
Earnest di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsiyarên der heqê êrîşên rejima Sûriyê yên ku li Helebê li dijî sivîlan çê dibin da bersivand.
Earnest diyar kir ku ew li ser wê mijarê hûr dibin ku li bajêr êrîşên dijî sivîlan bên astengkirin û wiha pê da çû:
"Xeberên ku ji Helebê tên her ku diçe mirovan ditirsîne û rewşa bajêr xirabtir dibe. Gelek kesên bêguneh mirine, jiyana gelek mirovên ku di navê da jin û zarok jî hene di xetereyê da ye. Ev, rengvedana bêexlaqiya rejima Esed e. Ev, hedefa serkeftinê ya li herêmê ya Rûsya û Îranê ye ku ketina xefikê didin ber çavê xwe."
Earnest diyar kir, rejima Sûriyê bi piştgiriya ûris û îraniyan va zext û zordariyê li merivên bêsûc û bêguneh dike.
Earnest got ku kampanyaya bombebarandinê li rojhilata Helebê zêde bûye û ev taktîkeke zalim e.
Earnest destnîşan kir, piranî merivên bêsûc û bêguneh dimirin û ev jî agir bi kezeba meriya dixe û wiha dewam kir:
"Amerîka jî ji ber vê yekê bi rêya dîplomasiyê dixebite ku qe nebe van merivên bêsûc û bêguneh ji qadên kampanyaya bombebarandin û şîdetê werin dûrxistin û alîkariya mirovahî bi rêk û pêk bigihêje wan. Lê dilê Sûriye, Rûsya û Îranê tuneye ku ev werin kirin. Ez hêvî dikim ku ev biguhere. Hêvî dikim ku zêdetir pêşketin çêbibe û ûris piştgiriyê bidin kerkirina bombebarandinê. Em guhertineke wiha bi kêfxweşî dixwazin."