TEHRAN
Rêberê Şoreşa Îslamê ya Îranê Ayetullah Ruhullah Xumeynî di 26emîn salvegera mirina xwe da bi merasima ku hat lidarxistin hat bibîranîn.
Merasim li tirba Xumeynî ya nêzî Tehranê hat lidarxistin. Bi hezaran îranî beşdarî merasimê bûn. Ayetullah Elî Xamaney di merasimê da axivî û wiha got: "Heke gelê Îranê rê û rêçika Xumeynî ji bîr bike, wê winda bike."
Xamaney îdia kir ku hin kes kesayetiya Xumeynî bi zanatî an jî nezanî texrîf dikin û wiha pê da çû: "Divê şexsiyeta Îmam neyê texrîfkirin. Îmam ne tenê şexsekî dîrokî ye. Hin kes wisa dibînin, lê ev xelet e. Îmam nîşaneya hereketa Îranê ye ku gelê Îranê ev hereketa girîng da destpêkirin. Îmam damezrînerê ekoleke ramanî, siyasî û civakî ye."
Xamaney bal kişand ku îxtilafa şiî û sunniyan defika Amerîka û Rojava ye û divê alema îslamê di vê mijarê da baldar bibe.
Ji gelek bajarên welêt bi hezaran kes beşdarî merasimê bûn. Serokomar Hesen Ruhanî di serî da, rayedarên payebilind û rayedarên leşkerî jî beşdarî merasimê bûn. Ji welatên din ji 500î zêdetir mêvanên biyanî beşdarî merasimê bûn û ji 100 zêdetir rojnamegerî jî merasim şopand.