ÎSTANBUL
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî weşana hevpar ya Kanal 7 û Ulke TVyê bû û bersiva pirsan da.
Serokwezîr got ku Demirtaş lîstikên demokrasiyê dileyîze lê peyama esil Bayik û Karayilan didin û axaftina xwe wiha domand: "AK Partiya ku Pêvajoya Çareseriyê birêve dibe nabe hêza demokrasiyê, MHP dibe hêza demokrasiyê, rojnameya Cumhuriyetê ya ku sernava 'Serbazên ciwan aciz in' dide dibe hêza demokrasiyê, Dogan Medyaya ku zihniyeta 12 Îlonê diparêze û di 28ê Sibatê de bi eşkere li hêla rêveberiya eskerî cih digire dibe alîgirê demokrasiyê lê AK Partî nabe hêza Demokrasiyê."
Davutoglu diyar kir ku ji hilbijartinê re 2-3 roj ma û berrûyên wan jî daketin û wiha pê de çû: "Êdî ne Demirtaş Qendîl dibêje 'ez heme.' Dibêje 'kî dikare koalîsyonê ava bike, kî neke ez tayîn dikim. Dibêje 'Kî çi bike ez dizanim.' Ji bilî vê gefan jî dike di 7ê Hezîranê de. Wê demê em jî dibêjin raya ku didin HDPyê didin PKKê. Wê rayê didin Qendîlê û ew raya ku bidin HDPyê di heman demê de weke dabin derbekeran."