Haydar Şahin
17 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2020
Rahmî Vardiyê Serokê Komeleya Alîkariyê ya Hatayê (HAYAD) di daxuyaniya xwe da diyar kir ku xwarina germ a bi piştgiriya Şaredariya Tuzlayê ya Stenbolê temîn dikin li 4 hezar welatiyên Sûriyeyê belav dikin.
Vardi bal kişand ku gelê herêmê di şert û mercên dijwar da jiyana xwe didomîne û wiha pê da çû: "Şaredariya Tuzlayê guh da wan û alîkarî şand. Van rojên zivistanê alîkarî zehf girîng e. Înşaellah em ê wekî HAYADê alîkariya li herêmê bidomînin."