HATAY
Li Dortyola navçeya Hatayê trêneke rêwiyan û tankerek li hev qelibîn, di qezayê de şofêrê tankerê mir, 10 kes jî birîndar bûn.
Trêna ku ji Mersînê diçû Îskenderûnê li navçeya Dortyolê bi tankera ku plaqaya wê 72 DC 477 ya ku şofêrê wê Omer Uçgul bû qelibî.
Şofêr Uçgul li wir mir, 10 rêwiyên ku birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyên Îskenderûn û Dortyolê.