PARÎS
Xêzkêşê Charlie Hebdoyê Renald Luzier ê ku bi navê "Luz" va tê naskirin û mehek berê jî gotibû "Ezê êdî careke din karîkaturê Hz. Mihemed xêz nekim" daxuyand ku wê di meha îlonê de ji kovarê veqete.
Luz daxuyanî da rojnameya Liberationê û diyar kir ku biryara wî ya veqetîna ji kovarê, terciheke şexsî ye û wiha got: "Bi bihurîna demê re ez bi xwe ra rûbirû bûm û min hewl da ku ez xwe kontrol bikim. Ji ber zexta medyayê ya li ser me, em pir westiyan û ev bi rastî jî ji bo me pir dijwar derbas bû. Min biryara xwe ya veqetînê ji hevalên xwe re got."
Luz ji aliyê hevalên wî va pêhisandina medyayê ya bi biryara wî ya veqetînê wekî "beredayî" bi nav kir û wiha got: "Ez êdî xêzkêşê 'Charlie Hebdo'yê nînim, lê ezê bêjim, ez Charlie me".
Luz karîkatura Hz. Mihemed a li ser bergê hejmara ewil a kovarê ya piştî êrîşa 7ê rêbendanê xêz kiribû. Xêzkêş di daxuyaniya xwe ya mehek berê de wiha gotibû: "Ezê êdî careke din karîkaturên Hz. Mihemed çênekim, êdî ez bi van mijaran re eleqedar nabim."
Di sê êrîşên terorê yên cuda yên ku dê 7ê rêbendanê de li Parîsê bi avêtina li ser kovara Charlie Hebdoyê ve dest pê kiribûn û sê rojan dewam kiribûn de bi tevahî 17 kes miribûn, di operasyonên polêsan de 3 êrîşkar hatin kuştin.