Türkan Tosun
03 Îlon 2020•Rojanekirin: 04 Îlon 2020
Kovara mîzahê ya Fransayê Charlîe Hebdoyê biryar da ku karîkaturên heqaretê li Hezretî Mihemed dikin dîsa biweşîne, li ser vê biryarê Sekretê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Elî Mihyedîn el Qeredaxî bertek nîşan da.
Qeredaxî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha daxuyand: "Kovar dixwaze exlaqê civaka xwe dîsa nîşan bide, qanûnên azadiyê, mafên mirovan û laîktiya ku jê bawer dike dîsa şîrove bike. Helbet emê li hemberî cehaletê bi cehaletê va bersivê nedin. Ev kovar jî, rêvebirên wê jî wê nikaribin xwe bigîhinin toza li binê lingê Pêxemberê me. Li gor medest li pîroziyan nayê dayîn. Exlaq û şerefa kesên ku heqaretê li Pêxemberê me Hezretî Mihemed yê ku hîndekarê başî, edalet û azadiyê ye dikin, tune."
- Karîkaturên kovara Charlîe Hebdoyê
Beriya darizandina ji ber êrîşên terorê yên ku di Çileya Paşîn a 2015an da li Parîsê hatin kirin kovara mîzahê ya Fransayê Charlîe Hebdoyê karîkaturên heqaretê li Hz. Mihemed dikin weşand.
Di hejmara vê hefteyê ya berga kovarê da hevokeke ji bo Hz. Mihemed tê gotin ya "Ji hêla ehmeqan va meriv bê hezkirin, zehmet e" heye. Di karîkaturê da jî tê gotin "Mihemed bi radîkalan ra mijûl dibe."
Ji bilî vê 12 wêneyên heqaretê li Hz. Mihemed dikin hene. Di binê wan da bi nivîsên mezin va "Hemû ji bo vê bûn?" hatiye nivîsandin.