Nihat Kavşut
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
ANKARA
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (YBT) Metîn Feyzîoglu bertek nîşanî biryara Amerîkayê ya dijî wezîrên Tirkiyeyê da û wiha got: "Ev helwest ew e ku 'em hiqûqê nas nakin û hiqûqa serdestan ferz dikin'."
Feyzîoglu li ser navê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ji Yekîtiya Baroyên Amerîkayê, Konseya Ewropayê û hemû rêxistin û komeleyên meslekî yên endamê yekîtiyê ra name şand û biryara Amerîkayê ya dijî wezîrên Tirkiyeyê rexne kir.
Feyzîoglu di nameyê da got, "Meqamên Amerîkayê ji bo welatiyekî wan ê li Tirkiyeyê girtî ye were berdan peyamên tehdîdê diweşînin û dibêjin ku zextê bînin serê welêt. Ne peyam ne jî zext tu carî nayên qebûlkirin" û peyama xwe wiha domand:
"Amerîka bi vê helwesta xwe va hem hiqûqa navneteweyî binpê dike hem jî midaxeleyî daraza welateke desthilatdar dike. Ev helwest ew e ku 'em hiqûqê nas nakin û hiqûqa serdestan ferz dikin.' Lêbelê dibê bira bizanibin ku yên ji hiqûqê û edaletê venaqetin, serî li quwetê naxin bi rastî serdest in. Hin rayedarên Amerîkayê tu dibê çakuç dane destê xwe di her pirsgirêkê da mixan dikutin, wan wetrê ev polîtîkaya karên derva ye."
Ev ji bo Amerîkayê jî ji bo dinyayê jî wisa nameşe."
- "Baweriya me ya bi daraza me tam e"
Feyzîoglu got bira tu kes ji daraza Tirkiyeyê nekeve şikê ku ew ê li gor edaletê bidarizîne an na û nameya xwe wiha domand:
"Bi vî awayî carekî dîsa ew ê were nîşandan ku 'tehdîdkarên serî li quwetê dixin' serdest nînin, kesên 'rêzê nîşanî serdestiya hiqûqê didin' bi rastî serdest in. Tirkiye û Amerîka mitefîq in. Ev îtifaqa ne bi tenê ji bo Tirkiye û Amerîkayê ji bo dinyayê jî girîng e. Bingeha îtifaqê ew e ku rêzê nîşanî hiqûqa navneteweyî û desthilatdariya dewletan bidin. Baweriya min ew e ku krîza ku ber bi bêaqiliyê diçe ew ê li gor hiqûqa mitefîqiyê û bi aqil were çareserkirin. Di vê mijarê da baweriya me ya bi daraza me tam e."