29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî bi hincetên ku di daxuyaniya xwe de"pesna sûc û sûcdaran, meşrûnîşandana fealiyetên rêxistina terorê, gel sewqî kîn û dijminahiyê kirin" der heqê endamên Konseya Navend a Yekîtiya Tabîpên Tirk de ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re gilîdar bû.
Di daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Naxweyî ve hat dayîn de hat ragihandin ku di daxuyaniya TTBê de der barê Herekata Çiqlê Zeytûnê de kirina nirxandina "şer" ji bilî kesên ku bi awayekî eşkere êrîşê Tirkiye û gelê Tirk dikin kêrî tu kesî nîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev daxuyanî ji bilî rêxistina terorê û piştgirên wan ên hûndirîn û derve nayê qebûlkirin û wiha hat gotin:
"Îro li Tirkiyeyê 3 milyon û 454 birayên me yên Sûriyeyî hene. Mafê herî bingehîn e ku mriovek bixwaze ku li axa xwe bixwe bijî. Herekata Çiqlê Zeytûnê jî ji bo ku ev ax ji terorîstan bê paqijkirin û ev mirov li axa xwe bikarin bijîn tê kirin, wekî i Mertala Firatê de. Di serî de ji aliyê Birêz Serokomarê me yê ku bi gotina 'Dinya ji pêncan mezintir e.' di serî de mafê jiyanê yê welatên mezlûm û mirovên mezlûm ji bo parastina mafên jiyanê, hemû mafên mirovahiyê, aştî û ewlehiyê helwesteke biryardar nîşan dide hemû rayedarên me gelek caran anîn ziman ku armanca Herekata Çiqlê Zeytûnê ew berî bigirin ku yekîtiya axa welatê me û cîranên me xira bibe, atmosfera aştî û aramiyê ya ku rêxistina terorê û piştgirên wê hedef digirin biparêze, li cihên ku xira bûye ji nû ve tesîs bike. Herekata Çiqlê Zeytûnê li gor vê armancê li ber çavê hemû dinyayê tê kirin."
Hat diyarkirin ku gumanbarên endamên konseya navendî ya TTBya ku wekî saziyeke kamûyê ye peywira xwe xirab bi kar anîn, daxuyaniyeke ku kirinên rêxistina terorê meşrû nîşan didin, gel sewqî kîn û dijminahiyê dikin kirin û dan zanîn ku ji aliyê hiqûqê ve cihekî ji bo parastinê tune.
"Hat xwestin ku dawî li peywira wan bînin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku daxuyaniya navborî ne tenê bû sedema berteka gel di heman demê de hempîşeyên wan jî bertek nîşan dan û nirxandina "Dema mirov bala xwe bidê ku tenê rêxistina terorê, şaxên wan ên siyasî û piştgirên wan ên li hûndir û derve li vê daxuyaniya ku di serî de qehremanên me yên ku dijî rêxistina terorê cansîperane têkoşînê dide, hember gelê me bêrêzî ye derdiekve teqez e ku gumanbaran dijî qanûnî û armancên yekîtiyê, fealiyetên sûc kirine." hat kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ji ber ku hisûsên di vê daxuyaniyê de fealiyetên rêxistina terorê meşrû dibînin, pesnê sûc û sûcdaran dide, gel sewqî kîn û dijminahiyê dike mecbûriyet derket ku der heqê endamên Konseya Navendî ya TTBê de ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re gilî bê kirin û her wiha dîsa ji Dozgeriya Komarê hat xwestin ku li gor madeya pêvek a 2/2 ya Qanûna bi nimreya 6023 ji bo ku dawî li peywira endamên konseya Yekîtiya Tebîbên Tirk ên ku "heta îro daxuyaniyeke ku rêxistina terorê ya ku guleyan berdide ambûlans û nexweşxaneyan, xebatkarên tenduristiyê û doxtoran dikuje şermezar dike" nekirin bînin li Mehkemeya Hiqûqê ya Esliyeyê doz bê vekirin."