Elif Irmak
30 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2020
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Mîchel ragihand ku geşednaên piştî erdheja li Behra Egeyê dişopînin, ji bo alîkariyê amade ne.
Michel di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da got ku "Em geşedanên der barê erdheja mezin a li peravên Yewnanistan û Tirkiyeyê ya li Behra Egeyê dişopînin."
Michel diyar kir ku dilê wî bi wan kesan ra ku mane bin tesîra erdhejê da û got ku "YE ji bo alîkariyê amade ye."
Birêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) eşkere kiribû ku erdhejeke bi lerza 6,6an ku navenda wê peravên Seferîhîsarê ya Behra Egeyê ye çêbû.