Haydar Şahin
31 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2020
Fayîz Seracê Serokwezîrê Lîbyayê diyar kir ku ji biryara xwe ya di dawaiya cotmehê da îstifa bike dev berda.
Xalîb el-Zaklaiyê Berdevkê Serokweziriya Lîbyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku Serokwezîr Serac hetanî hevdîtinên diyaloga di navbera aliyên li Lîbyayê da werin temamkirin ji biryara xwe ya îstifayê dev berda.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li ser banga "Meclisa Nûneran a li Trablusê, Konseya Bilind a Dewletêî Misyona Piştgiriya Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî û hin welatên dost" Serac biryar da, hevdîtinên diyaloga di navbera aliyên li Lîbyayê da hetanî werin temamkirin Serokwezîrê Lîbyayê ew ê wezîfeya xwe bidomîne.
Di daxuyaniyê da ha gotin ku "hêviya Serac ew ku ji bo bi aştî û lihevkirinê ji kirîzê xilas bibin komîteya diyalogê ji berjewendiyên şexsî dûr û bi berpirsyariya dîrokî cudahiyê nexe nav herêmgiriyê û hemû endam ji bo berjewendiyên neteweyî bixebitin".
- Biryara îstifayê ya Serac
Seracê Serokwezîrê Lîbyayê di 16ê îlonê da daxuyanî dabû û gotibû dixwaze herî dereng di dawiya cotmehê da dev ji wezîfeyê berde.
Serac di televizyona fermî ya Lîbyayê da axivîbû û gotibû, "Ez dixwazim ji her kesî ra bêjim ku dixwazim hetanî dawiya cotmehê rayeya birêvabirinê dewr bikim."
Serac gotibû ya herî baş ew e ku li welêt hilbijarinê bikin û hêviya wî ew e ku hetanî dawiya cotmehê "komîteya diyalogê xebatên xwe temam bike, Konseya Seroktiyê ya teze were amadekirin û serokwezîrê teze were wezîfedarkirin."
Di çavçoveya hevdîtinên aliyên Lîbyayê da di 9ê mijdarê da ew ê li Tûnisê Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê were lidarxistin.