16 Mijdar 2015•Rojanekirin: 16 Mijdar 2015
PARÎS
Piştî êrîşên terorê yên li Parîsa paytextê Fransayê hin bajaran operasyon hatin kirin. Di operasyonan de 3 kes hatin binçavkirin.
Li gor nûçeya kanala BFM TVyê, polêsan li Bobîgny, Jeumont, Grenoble û Toulouseyê operasyon kirin.
Li Toulouseyê 3 kes hatin binçavkirin û li bajarê Grenobleyê jî gelek çek hatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku operasyona Toulouseyê li taxa terorîstê bi navê Mihemed Merah lê dijiya hat kirin. Mihemed Merah di sala 2012an de 7 kes kuştibû û nêzîkî rêxistina El Qaîdeyê ye.
Hat eşkerekirin ku operasyona li Bobîgnyê der barê êrîşên Parîsê de hatine kirin.
Çavkaniyên polêsan daxuyand ku li der û dorê van taxan operasyon wê dewam bikin.