Abdullah Tel
16 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
BEXDA
Yekîtiya Alimên Iraqê ragihand ew referanduma ku di 25ê îlonê da wê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bê kirin, red dikin.
Yekîtiya ji alimên sûnî pêk tê daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku ew referandumê red dikin û dixwazin di çarçoveya rê li ber perçebûna yekîtiya axa Iraqê girtinê da bila hemû mijar bi guftûgoyê bên çareserkirin.
Dı daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Çareseriyên çewt wê pirsgirêkên hemû aliyan zêde bikin û pirsgirêkên herêmî yên mezin wê biqewimin û iraqî jî bikevin navê."
Hat xwestin ku bila rê li ber mudaxaleya Îranê ya ser Iraqê jî bê girtin.