Nihat Kavşut
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 23 Mijdar 2018
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) û Îngilistanê li ser belgeya ku di Brexitê da wê têkiliyên di pêşerojê da diyar bike, li hev kirin.
Serokê Konseya YEyê Donald Tusk li ser hesabê xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Min belgeya deklerasyona siyasî ya têkiliyên pêşerojê yên di navbera YE û Îngilistanê da diyar dike ji 27 dewletên endam ra şand."
Tusk diyar kir Serokê Komîsyona YEyê Jean-Claude Juncker destnîşan kiriye ku di mizakereyan da di prensîbê da li hev kirine û wê deklerasyona siyasî pêşkêşî serokan bikin.