İbrahim Atmaca
10 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2020
Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson ji bo ku mizakere dewam bikin, çû Brukselê û li wê derê bi Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê ra hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê ji Nimreya 10em a Ofîsa Serokwezîriyê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku herdu pêşengn di mijara astengiyên girîng ên mizakereyan da "hevdîtineke jidil" pêk anîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Fikra herdu aliyan ji hev nagre û ferqeke mezin heye û hê ne diyar e ku ev fikrên cuda çareser bibin" û hat destnîşankirin ku pêşengan biryar da ku mizakere dewam bikin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Johnson peymaneke ku nehatiye ceribandin naxwaze, her du pêşeng mitabiq man ku divê heta roja yekşemê herdu alî derheqê paşeroja mizakereyan da "biryareke teqez" bidin.
- Pêvajoya Brexîtê
Li Qraltiya Yekbûyî ya ku ji Îngiltere, Galler, Îrlandaya Bakur û Îskoçyayê pêk tê, di 23yê Hezîrana 2016an da referandum kiribû û ligel ji sedî 48an ji sedî 52yan biryara Brexîtê hatibû dayîn.
Îngiltere di 31ê rêbendanê da bi awayekî fermî ji YEyê veqetiya û bazirganî di serî da bi Yekîtiyê ra di mijara têkiliyên dualî da mizakereyên berfireh didomîne.
Di mizakereyên navbera YE û Îngiltereyê da mijarên weke "peydakirina reqabeta adil", "rêbaza çareserkirina peymanên bazirganiyê" û "masîgirî" hene.
Heke herdu alî li hev nekin, têkiliyên bazirganî yên navbera wan wê piştî 31ê berfanbarê li gor rê û rêbazên Rêxistina Bazirganiyê ya Dinyayê werin kirin.
Heta vê dîrokê Îngiltere li gor rê û rêbazê YEyê dewam dike.