BRUKSEL
YEyê gelek caran diyar kir ku heke Îsraîl ji sînorên 1967an derbas bibe dê vê yekê qebûl neke. Di vê mijarê de vê carê gaveke berbiçav diavêje. Li gorî rêziknameya ku di rojnameya fermî ya YEyê de roja înê dê were weşandin; YE, ji 2014an pê ve dê alîkariya aborîyê nede rûniştiyên Îsraîlî yên li ser axa Filistînê. Rûniştiyên xeyrîmeşrû yên li Şerîaya Rojava û Qûdsa Rojhilat, dê nikaribîn ji burs û fonên YEyê sûdê werbigrin.
Ev reziknameyeke berfireh e ku qadên wek zanîst, çand, werziş, aborî û hevkariya zanistî jî di xwe de dihewîne. Der barê rêziknameyê de Benyamîn Netanyahu, got: "Em tu lêferzkirinan li ser sinorên xwe qebûl nakin."
Li gorî vê yekê Îsraîl, ji bo ku bikaribe ji hîbe û projeyên hevpar ên serdema 2014-2020an îstîfade bike, divê qebûl bike ku Şerîaya Rojava, Qûdsa Rojhilat û Girên Golanê ne axa Îsraîlê ne.