Di rapora ku aktîvîstên sûriyeyî amadekirin de dan zanîn ku hêzên YPGyê bipergalî êrîş dibin ser nifûsa ereb û gelek gund şewitandin.
Sûriyeyiyên dema ku li bajarê Hasekêyê dijiyan ên ku milîtanên YPGyê ew mecbûrî koçê kirin, di bin navê "Herêma Cezîreyê ya Sûriyeyê ji YPGyê xilas bikin" kampanyayek dan destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de raporeke ku qetlîam û îxlalên ku YPGya şaxa çekdar a PYDyê ji nîsana 2013an vir ve li ser gelê Hasekêya ku li bakurê rojavayê welêt cî digire, dikin belege dike amade kir.
Rayedarê kampanyayê Elî el-Harîs daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Hêzên YPGyê li aliyên gundewar ê bajêr malên sûriyeyiyên bi eslê xwe ereb ji destê wan distîne û dide kesên din" û YPG sûcdar kir. Harîs qal kir ku hêzên navborî li herêmên gundewar gelek qetlîam kirin û got ku "Li aliyên gundewar ên rojhilat û rojavayê Hasekêyê gelek îxlal hatin kirin. Navçeya Resûlaynê, gundewarên wî û cihên li başûrê rojavayê wî hatin valakirin."
-"YPG qetlîamê dike"
Harîs diyar kir ku hêzên YPGyê bi rejima Esed re hevkariyê dike û wiha axivî: "Hêzên YPGyê bi rejima Esed re dibin yek û li hember gelê muxalif komplo kir û gelê herêmê tehdît kir."
Harîs destnîşan kir ku hêzên YPGyê bûne wekî "çovê" hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de û wiha axivî: "Hêzên YPGyê li hember berxwedanekî gel wekî 'em ê kordînatên gundên we ji bo bombebaranê bidin hêzên koalîsyonê' tehdît dike."
Harîs qal kir ku çendî caran ji Konseya Mafên Mirovan a girêdayî NYyê re ji bo ku sûcên navborî û îxlal bên lêkolînkirin komîte bê avakirin, name şandin.
-Rapora muxalifan: "Gund tên şewitandin"
Di raporê de dan zanîn ku êrîşên hêzên YPGyê yên ser gel li bajroka Tel Nemra li herêma gundewar a ku dibêjinê Cezîre jî ya Hasekêyê û gundên ereban dest pê kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku vir gelek kes hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn û bi sedan kes jî mecbûrî koçkirinê kirin.
Di raporê de bal kişandin ku li gundên Tel Berrak, Tel Nemr, Cez'a, El Menacîr, Tel Xamis, El-Yarûbiyyeyê gelek talankirin û êrîş hatin kirin û hat gotin ku "Li gund û bajarokên dora Hasekêyê, di êrîşên ku di 22yê sibata 2014an hatin kirin de 60 kes hatin kuştin, bi hinceta ku yên kesên ku bi muxalifan re hevkariyê kirine ne 80 mal hatin şewitandin."
Di raporê de dan zanîn ku li gundê Tel Berrakê bi dehan kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hene bi îdiaya ku endamê DAEŞa rêxistina terorê ne li girtîgehên YPGyê de tên girtin, ji van kesan 5 kes di girtîgehê de mirin.
Di raporê de hat gotin ku li bajaroka Tel Hamîsê jî di adara 2014an de êrîşî gelek gundên ereban kirin û dan zanîn ku di van êrîşan de malên ereban hatin talankirin, li gundên Er-Rahiyye es-Sagiyrayê 26 mal hatin şewitandin, gule barandin ser kesên hewl didan ku ji gund birevin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji 30 gundên li Tel Hamîsê 12 gund bi temamî hatin şewitandin û her wiha hat diyarkirin ku şêniyên gund mecbûrî koçkirinê kirin.
Hat ragihandin ku li gundê El-Menacîra ku wir piranî sûriyeyiyên ereb dijîn û 700 mal hene û dikeve başûrê Resûleynê jî di navbera aliyan de pevçûn derket, piraniya gel reviya, hêzên YPGyê herêm xistin bin kontrola xwe. Hat gotin ku li bajaroka Kahtaniyyeyê jî 6 gund hatin dorpêçkirin şêniyan mecbûrî koçkirin kirin.
Di raporê de dîmen û wêneyên gundên ku hatin şewitandin hatin parvekirin. Her wiha bal kişandin kesên ku mecbûrî koçê dibin û ji bûyerên şîdetê direvin jî mecbûr dimînin ku xwe bispêrin Tirkiyeyê.