BURNABY
Hat ragihandin aşiya ku li Kanadayê ji bo şewba Ebolayê ya welatên Afrîkaya Rojavayê kir bin tesîra xwe dihat ceribandin bê kêr derket.
Fîrmayeke li Kanadayê ji bo şewba ebolayê dest bi çêkirina aşiyê kir û li ser însanan jî ceriband lê ew ceribandin hatin sekinandin.
Tekmîra ya ku bi navê TKM-Ebolayê ve aşî amade kir daxuyanî da û diyar kir ku sehîkirina derman a di klînîkan de dan sekinandin. Serokê heyeta ku ji bo aşiya ebolayê dixebitîn Dr. Peter Horby destnîşan kir ku encamên aşiyê bê kêr in û wiha dewam kir: "Aşî li ser nexweşan kêr nehat û tu tesîreke baş nîşan neda."
Aşiya ku li Kanadayê hat amadekirin tevlî Rêxistina Sihetê ya Dinyayê ve li ser nexweşên ku li Sîerra Leoneyê hatibû ceribandin. Aşiya ebolayê ya ewil par di meha sermawezê de li 40 kesên dildar xistin. Aşî jî li Navenda Vaksînolojiya Kanadayê ya ku li Halîfaksê hatibû kirin.