Abdullah Tel
13 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
ANKARA (AA) - Zarokên şervan ên dîmenên wan di kartên hafizeyê yên makîneyên wêneyan ên rêxistina terorê da derketin ku YPG/PKKya rêxistina terorê wan di şer da diemilîne di gelek raporên navneteweyî yên heta niha hatin weşandin da cih girtin.
Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) a 22ê Kanûna sala 2016an da hat gotin ku bi navbeynkariya serkêşên PKKyê ya li bakurê Iraqê 29 bûyer hat eşkerekirin ku zarok wek milîtanan hatine emilandin.
Di raporên Neteweyên Yekbûyî da jî hat gotin ku YPG li Efrîn û Hesekê keç û kurên 12 salî wek mensûbên rêxistinê hildide nav xwe.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir PKKya ku bi salane li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê zarokan direvîne û wan di çalakiyan da bikartîne vê carê jî heman rêbaz li bakurê Sûriyeyê tê sepandin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan bi dehan carî mijara zarokên ku YPG wan di şer da diemilîne anî rojevê û ev yek jî di rojên berê da bi wêneyên wan bi xwe girtibû va careke din îspat bû.

Dokument û wêneyên ku ji kartên hafizeyê yên li ser terorîstên li Efrînê hatibûn berterefkirin derketin da dîmenên perwerdeya çekdarî ya ku rêxistina terorê dide zarokên tê texmînkirin emrê wan di navbera 13 û 17an da ye û jiyana wan a li serê çiyê radixe pêş çavan.
Şervanên zarok ên ku bi dîmen û wêneyên rêxistina terorê va hatin îspatkirin di sala 2013an da jî rapora Komîsyona Lêkolîna Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî ya NYê da hatibû weşandin. Di rapora ku Amerîkayê sala 2014an weşan da jî qala zarokên di şer da ji hêla YPGyê va tên emilandin hat kirin.
Digel ewqas biryaran rêxistina terorê binpêkirinên xwe yên bêhiqûqî didomîne. Zarokên ku rêxistina terorê wan bi darê zorê ji malbatên wan qetandiye û şer bi wan dide kirin jî di raporên navneteweyî da cih girtin lê bi van îspatan jî gelek welatên dinyayê li hemberî vê yekê bêdeng in û kerîtiya xwe didomînin.
Di mijara "şervanên zarok" a ku seranarê dinyayê li hember xwe kerr kiriye da di Rapora Bazirganiya Mirovan a Amerîkayê sala 2015an da weşandibû da hatibû gotin ku zarokên bi eslê xwe Kurd in tên revandin û bi darê zorê tevlî refên PKKyê tên kirin.

Di heman rapora ku Amerîkayê di Hezîrana sala 2016an weşand da jî hat gotin ku PYD/YPGya baskê PKKyê ya li Sûriyeyê zarokên emrê wan ji 15 salî biçûktire hê jî direvîne, perwerde dike û dibe kampên perwerdekirinê. Di Gulana sala 2015an da li Efrîna qaşo qantona YPG û YPJyê ji bo kesên 18 salî û jê mestirin bangewaziya parastina meşrû hatibû kirin lê di Nîsana 2015an da YPGê digel li hember derketina malbatê keçikeke 16 salî tevlî nav rêxistinê kiribû.
- Çalakiya malbatên ku zarokên wan hatine revandin jî di raporên Amerîkayê da ne
Di raporeke ku Amerîkayê di sala 2014an da weşandibû da di beşa qala Tirkiyeyê hat kirin da hat gotin ku PKK ya rêxistina terorê berê bi rêk û pêk zarokan hildida lê hejmara zarokên şervanên ên PKKyê nayê zanîn. Di heman raporê da hatibû gotin ku PKK ji bo rêxistinê ciwanan direvîne û malbatên wan jî ji bo zarokên wan serbest bimînin li dijî PKKyê gelek çalakî lidarxistine.
Komîsyona Lêkolîna Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî ya NYyê jî di sala 2013an da raporek weşandibû û tê da ragihandibû ku YPG li Efrîn û Hesekê keç û qurên 12 salî ji bo rêxistinê perwerde dike.
Di Rapora Zarok û Şerê Çekdarî ya NYê ku di 15ê Sermaweza sala 2013an hatibû weşandin da jî hat gotin ku li Sûriyeyê qîz û kurên emrê wan di navbera 14-17 salanan da ye li herêma Hesekê tevlî komên çekdar ên Kurd bûn û zarok piranî li deverên kontrolkirinê tên bicihkirin û ji bilî vê jî di qada birina amûrên eskerî û gihandina wan da jî hatine perwerdekirin.

- Heman sûc li Efrînê jî kirine
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di 19yê Hezîran sala 2014an da bi sernava "Di bin kontrola rêveberiya Kurd da: Muameleyên xerab ên ku li Sûriyeyê di bin kontrola PYDyê da ne" weşand û destnîşan kir ku rêxistina terorê YPG li herêmên Efrîn, Kobanî û Cizîrê zarokên emrê wan di bin 18salî da ye diemilîne û li refên YPGyê dike nav şer.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di rapora ku sala 2016an weşand da jî ragihand ku PKKya rêxistina terorê li Iraqê jî zarokan wek şervan diemilîne û hat gotin ku qîz û kur ferq nake û li hemberî zarokan binpêkirinen mezin ên mafên mirovan hene.
Ji Almanyayê jî Kurd Watch a rêxistina çavdêriyê jî raporek weşandibû û ragihandibû ku PYD miletê bi darê zorê digire û çek dide destê wan û ev muamele heta kesên hêj 12 salîne jî hatiye kirin.
Di raporên Kurd Watchê da mînaka zarokên wek Fatima S.A ya 12 salî, Maîsa M.Aya 13 salî û Sîdra M.S.Uya 16 salî ku PYD/YPGyê ew bi darê zorê ji malbatên wan qetand û wek şervan perwerde kir jî hat dayîn.
- Emilandina zarokan wek sûcê şer tê hesibandin
Mijara zarokan di şer da wek şervan emilandin di Peymana Cenevreyê ya der barê Parastina Sivîlan a Wextê Şer ê 1949an da û di qada hiqûqa navneteweyî da jî cih digire.
Di wan peymanan da bi taybetî tê xwestin ku bila zarokên ji 15 salî biçûktir tevlî meseleyên şer nebin û di şer da li aliyê tu hêzeke çekdar cih negirin.
Biryarên berfireh ên der barê zarokan da bi taybetî di Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ya 1989an da ji nû va hat verastkirin û wek peymanên berê dîsa 15 ji bo emr wek sînor hat kifşkirin.
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî di mijara zarokên ji 15 salî biçûktir bin û wek esker bên emilandin da meseleyê wek sûcê şer dihesibîne û ev yek jî îlan kiribû.