20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya Hereketa Mertalê Feratê da balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di operasyona hewayî ya birin ser herêma PKK/PYDya rêxistina terorê ya nû bidestxistibû da 26 bombe avêtin ser 18 hedefên rêxistinê û 9 avahiyên wek baregeh, cebilxane, embar, wesaîteke bizirx, 2 jê bi çek 4 wesayîtên ku mensûbên rêxistina terorê bikardianîn hatin îmhakirin. Hat ragihandin ku di encama hereketê da hat tespîtkirin ku nêzî 160-200 mensûbên PKK/PYDya rêxistina terorê jî hatin kuştin.
Di agahdayîna ji hêla TSKyê va hat kirin da hat gotin ku Hereketa Mertalê Feratê ya bi armanca berterefkirina gef lêxwarinên DAEŞ û rêxistinên terorê yên din ku TSKê li Sûriyeyê di 24ê tebaxê da dabû destpêkirin didome.
Di roja 58emîn a hereketê da li herêmên hatine bidestxistin xebatên kontrolkirinê jî dewam dikin. Di şer û pevçûnên di nav rojê qewimîn da muxalifek şehît ket û muxalifek jî birîndar bû û tu zirar negihîşt hêzên TSKyê.
PKK/PYDyê li aliyê Babê 5 cih û war (Al Hasî, Eashiyah, Ûrûm Al Qurah, Wardiyah, Kawl Sûrûj) û Bendava Shahbayê xist bin kontrola xwe û qada di kontrola xwe de ber bi rojhilatê ve firehtir kir. Herwiha hêzên muxalif jî ji destpêka herekatê virva kontrola 155 cih û war kir bin kontrola xwe.
-160-200 terorîstên PKK/PYDyî hatin kuştin
Bi balafirên Hêzên Asmanî êrîş birin ser 18 hedefên PKK/PYDyê yên ku nû kiribûn bin kontrola xwe. 9 avahiyên ku rêxistina terorê ew wekî baregeh, wargeh/stargeh û cebilxaneyê bikardianî tevî wesayiteke zirxkirî, 2 jê biçek 4 wesayit hatin îmhekirin. Hat tespîtkitin ku di herekatê de nêzî 160-200î endamên PKK/PYDya rêxistina terorê hatin kuştin.
Hêzên koalîsyonê êrîşa asmanî bir ser hedefekê DEAŞê ya li herêma Taanahê, di êrîşê de mensûbekî DEAŞa rêxistina terorê hat kuştin.
Li herêmên ku ji DEAşê hatin paqijkirin ekîbên tesbît û îmhekirina teqemeniyan ên ku alîkariyê didin mixalifan 10 teqemeniyên ku bi desta hatine çêkirin îmhe kirin, ji destpêka operasyonê hetanî nika 31 mayîn û hezar û 218 teqemeniya desta hat îmêhekirin.
Li ser xeta Ezaz-Raî-Cerablûsê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin, li herêmên ku kontrola wan hatin hildan xebatên keşf, çavdêrî, tesbîta hedefan dewam dikin.
Li ser xeta sînorê Sûriyeyê teyareyên bêmirov ên bi çek bênavber xebatên keşf û çavdêriyê didomînin.
AFAD û Qizilay û endamên ASAyê rojê 3 dana xwarinê didin sivîlên li herêmê û hewcedariyên wan ên tenduristiyê dibînin.
Di agahiyan da diyar kirin ku TSKya ku piştgiriyê dide herekata koalisyonê ji bo ku sivîl zirarê nebînin hemû tevdîran digrin û di vê mijarê da hesasiyetê nîşan didin.