Ahmet Aydın
19 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2020
YPG/PKKya rêxistina terorê, li Kempa Holê ya li devera Cizîrê ku dikeve bakurê rojhilatê Sûriyeyê, 290 kesên girtî ku di nava wan de DEAŞî jî hene serbest berda.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî bi dest xist, bi kefaleta eşîrên erebî, YPG/PKKya rêxistina terorê, 70 malbatên din ku ji 290 kesan pêk tê ji Kempa Holê der xist.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatin sitendin, di nava kesên berdayî de hejmareke gelek DEAŞî û malbatên wan hene.
Rêxistinê hefteya raborî jî ragihandibû ku 631 girtiyên ku hatibû tesbîtkirin, hevkarê DEAŞa rêxistina terorê ne, serbest berdabû.
- Kempa Holê
YPG/PKKê li kempa ku sala 2017an li bajarokê Holê ya girêdayî parêzgeha Hisîçya danîbû, digel endamên DEAŞê û malbatên wan, sivîlên ku ji Dêra Zorê ji ber pevçûnan reviya bûn digire.
Li kempê, sivîlên ku rêxistinê ew bi zorê xistine wê derê, di nava şert û mercên derveyî mirovahiyê de, dijîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên civaka sivîl gelek caran hişyariya wê yekê didin ku rewşa kempê roj bi roj xirabtir dibe.
Li gorî NYê qebareya Kempa Hewlê 10 hezar kes e lê bi qasî 7-8 qatan kes, tê de têne girtin û piraniya wan ji jin û zarokan pêktê.