ADANA
Salîm Ebbûdiyê ku ji şerê li Sûriyeyê reviya û xwe siparte Tirkiyeyê û li Navenda Mêvandariyê ya Sariçamê ya Adanayê hat bicîkirin, ji ser hesabên çapemeniya civakî zarokên winda digihîne malbatên wan.
Selîm Ebbûdiyê 33 salî 2 sal berê niha hat Tirkiyeyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ez li qada ku Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê û AFADê ji bo zarokên winda ava kir mamostetiyê dikim. Ebbûdî diyar kir ku li navendê perwerdeya îngilizî dide zarokan û wiha axivî:
"Dewleta Tirkiyeyê derfet dide me ku em ji şer dûr bi awayekî aram bijîn. Ez xwe hem deyndarê Tirkiyeyê hem jî wek deyndarê zarokên vir dibînim. Ji ber ku hewce dikir ku ez karê xwe yê mamostetiyê bikim min bi awayekî dilkirî dest bi xebatê kir."
-"Her tiştî bi hawara ku li ser înternetê dît dest pê kir"
Ebbûdî diyar kir ku hemû zarokên ku dersê dide wan taybet in û pêvajoya bû sedem hewl bide ku malbatên zarokan bibîne wiha qise kir:
"Ez carna ji telefona xwe diketim înternetê û min li nûçeyan dinihêrî. Ez rojekê rastî îlanekê hatim. Ev ji îlanekê zêdetir dişibiya hawara arîkariyê. Min dît ku zarokê ku wêneya wî di bin îlanê de ye, yek ji zarokên vir e. Ez demildest bi malbatê re ketim nav têkiliyê û min got ku zarokê wan vir e. Malbat bi peywirdaran re kete têkiliyê û zarokê xwe paş ve sitandin. Her tiştî bi hawara ku min li ser înternetê dît, dest pê kir. Dilê min nexwest ku ev zarok di vî halî de bimînin û min malpera xwe ya çapemeniya civakî bi vî awayî vekir."
-"Malbatê digot ku zarokê wan miriye"
Ebbûdî da zanîn ku di 4 mehên ku îlan dan de 10 zarok gihandin malbatên wan û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Meha borî malbata zarokekî peyam şand. Vê malbatê bawer nedikir ku zarokê wan dijî. Şahiya dema ku zarok gihiştin malbatên xwe nayê şîrovekirin. Ji bilî dawîlêhatina şer tekane daxwaza min ew e ku ev zarok bigihêjin malbatên xwe."