Ekip
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2017
XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA
Nûr û Ela xwîşkên hev in û li Xûtaya Rojhilat a Sûriyeyê ku di bin dorpêça rejima Esed da ye, dijîn, rewşa herêmê li ser Twîtterê radigihînin cîhanê.
Nûr û Ela rewşa herêmê li ser Twîtterê radigihînin cîhanê.
Nûra 10 salî bi Elaya xwîşka xwe ya 8 salî va li ser hesabên xwe yên Twîtterê yê bi navê "Noor and Alaa" êş û elema zarokên Xûtaya Rojhilat û hêviyên wan bi îngilizî radigihînin cîhanê.
Herdu xwîşkan îlhama xwe ji fenomena Twîtterê Bana el-Abeda helebî hildaye. Herdu xwiîşk jiyana xwe ya rojane wek zarokên Xuûtaya Rojhilatê him bi nivîs him bi dîmen parve dikin.
Şems Xetîba diya wan ku mamosteya îngilizî ye di parvekirinên ser Twîtterê da alîkariyê dide keçên xwe.
Herdu xwîşk peyaman diweşînin û dibêjin ku bila ablûkaya li ser Xûtaya Rojhilat were rakirin, pêşî li ber mirinên zarokan û birçîbûnê were girtin.
Herdu xwiîşk ji bo Xûtaya Rojhilat hashtagan bi kar tînin û gelek bikarhênerên amerîkayî û ewropayî wan dişopîne.
Xwîşkên hev Nûr û Elayê ligel dayîkên xwe ji peyamnerê AAyê ra behsa çîroka xwe ya li Xûtaya Rojhilat kirin.
Nûrê wiha xeberda, "Ez li ser rewşa zarokên ji Xûtaya Rojhilat disekinim. Ji ber ku ew tiştekî nabînin bixwin. Nan û av tune ku bixwin."
Nûrê der heqê dorpêça ku rejim tundtir dike da wiha got, "Li vir çend zarok ji birçîna mirin. Ji ber ku firoke dibistanan dikin amanc ev demek e em nikarin biçin dibistanê. Înşellah dinya wê dengê me bibihîze."
Elaya 8 salî jî dixwaze ku dorpêç rabe da ku bi ewle biçe dibistana xwe û wiha got, "Ez dixwazim sêv, mûz û xwarinên bitam bixwim."
Dayik Xetîbê jî bal kişand ku ew her roj di bin êrîşan da dimînin û wiha xeberda, "Li herêmê xida, av, ceyran tu tişt tune. Xidayên ku pêwîstiya zarokan pê heye tunene. Ez tevî keçên xwe ji ser Twitterê ra rewşa mirovî ya Xûtaya Rojhilat vediguhezînim."