Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan li ser polêsê ku li Mîdyadê hat cangorîkirin got: "Kesên ku guleyan berdidin ewladên millet, mehkûm in ku têk biçin."
Akdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê der heqê êrîşan de daxuyanî da û wiha got:
"Ez êrîşa biçek a li dijî Serokatiya me ya Bajarê Stenbolê lenet dikim. Teror wê Tirkiyeyê jî, AK Partiyê jî siyaseta demokratîk jî têk nabe. Rehma Xwedê li polêsê me yê ku li Mîdyadê di defika xaîn de cangorî bû, be. Kesên ku guleyan berdidin ewladên millet, mehkûm in ku têk biçin."