İbrahim Atmaca
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
MAE SAI
Li eyaleta Çiang Raiyê ya ku dikeve bakurê Taylandê 12 zarokên fitbolîst şikeftek ziyaret kir û tê da winda bûn. Fitbolîst û antrenorên wan piştî 9 rojan sax hatin dîtin, lê ji ber baranê av rabûye û nikarin wan ji şikeftê derxin û ji bo xelaskirina wan xebat didomin.
Tê payîn ku vê şemiyê baraneke gur bibare. Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê ji bo ku beriya baranê radeya avê kêm bikin, bi lez û bez dixebitin. Ekîb ava lehiyê bi pompeyên drenajê va texliye dikin ku ji bo zarokan talûke çênebe.
Waliyê Eyaleta Çiang Raiyê Narongsak Osatanakorn got, "Tişta ku tenê vê gavê em jê bi fikar in, rewşa hewayê ye. Em nikarin têkevin binê wê rîskê ku şikeft bi ava lehiyê tijî be."
Ji ber ku ava hundirê şikeftê hê zêde ye, ekîb plan dikin ku perwerdeya avjeniyê bidin zarokan û bi tupê va noqavbûnê hînî wan bikin û wan wisa ji şikeftê derxin.
12 zarokên ku emrê wan di navbera 11 û 16an da ne bi antrenorên xwe yê 25 salî va di 23yê hezîranê da şikefta Tham Luang Nang Nonê ziyaret kiribûn, lê ji ber ku baran barîbû û deriyê şikeftê bi avê tijî bûbû, di hundir da mehsûr mabûn û winda bûbûn. Piştî 9 rojan grub hatibû dîtin û hê di şikeftê da ne.