Türkan Tosun
09 Adar 2020•Rojanekirin: 10 Adar 2020
Dayikeke ji Taylandê ya bi navê Phonchanit û kurê wê Puttîmate Lumlabûn li Bulancaka navçeya Gîresunê bi merasimeke ku ji hêla Miftîtiyê hat lidarxistin va bûn Misilman.
Miftîtiya navçeya Bulancakê daxuyaniyeke nivîskî weşand û behsa Misilmanbûna Phonchanit û kurê wê kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin piştî ku herduyan şehadet anîn û bûn Misilman dia hat kirin, navê wan jî wek "Pelîn" û "Sînan" hat guherandin.
Hat gotin belgeya îhtidayê dane wan, Miftî Cevap Erîştî jî ew pîroz kirin.