Türkan Tosun
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf ji Serokê Amerîkayê Donald Trump ra wiha bersiv da "Tesîr li ser me nekir, baldar be."
Zerîf li ser hesabê xwe yê Twîtterê got daxuyaniyên Trump ên dawîn tu tesîr li ser wan nekiriye.
Wezîrê Karên Derva yê Îranê wiha got: "Tesîr li ser me nekir. Dinya çend meh berê bû şahidê gotinên hê tundtir. Îranî 40 sal e van gotinên tund 'ji yên hê medenîtir' dibîhîzin. Em bi hezaran sal in hene. Tevî împaratoriya me ya ku ji hin welatan zêdetir li ser piyan ma, me hilweşîna gelek împaratoriyan dît. Baldar be!"
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî duh di daxuyaniya xwe da rêvebiriya Amerîkayê tehdîd kiribû. Trump jî li hember vê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi zimanekî tund hişyarî dabû Rûhanî ku ew careke din Amerîkayê tehdîd neke.