Önder Beyter
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
MOSKOVA
Berdevkê Çapemeniyê yê Kremlînê Dmîtriy Peskov destnîşan kir ku ew ji zîrweya Serokê Amerîkayê Donald Trump û lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un ku duh li Singapurê bi rê va çû, xweş in.
Peskov di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Trump û Kim rasterast peywendî danîn ku ev yek pir girîng e û wiha dewam kir, "Encamên wan çi dibin bira bibin, lê civînên bi vî rengî bi kêr tên ku rageşiyên li nîvgiravê hêsa bibin û rewşê ji xala krîtîk a çend meh berê dûr dixe. Ev yek ciyê kêfxweşiyê ye."
Berdevkê Çapemeniyê yê Kremlînê Peskov bal kişand ku li gorî nêrîna Rûsyayê û nêrîna Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn çareseriya kêşeya Nîvgirava Koreyê bi tenê bi diyaloga rasterast va pêkan e ku ev yek li zîrweyê hat dupatkirin.
Peskov diyar kir ku Putîn wê sibê ligel Serokê Meclisa Gel a Bilind a Koreya Bakur Kim Yong Nam ku ji bo merasina vebûna Şampiyonaya Fitbolê ya Dinyayê hatiye Moskovayê, rûnê.