Elif Orhan
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
ANKARA
Piştî civîna Lijneya Ewlehiyê ya Bilind (MGK) a ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê hat kirin danezan hat weşandin.
- MGKya ewil a pergala nû hat weşandin
Di danezana MGKê de hat diyarkirin ku zimanê tehdîtkar a ku Amerîkayê dijî Tirkiyeyê bi kar anî bêrêziya têkiluyan e û tu carî dê neyê qebûlkirin.
Di danezanê de hat destnîşankirin ku biryar û daxuyaniyên Amerîkayê yên peymanên navneteweyî û projeyên pîşesaziya parastinê yên ku Tirkiyeyê her cure berpirsyariyên wê bi cî anîne dê zirarên ku nayê telafîkirin bide têkiliya pêewlehiyê û hevkariya stratejîk a di navbera her du welatan de.
- "Li Sûriyeyê dê pêngavên berbiçav bên avêtin"
Di danezana MGKê de hat ragihandin ku li Sûriyeyê ji bo ku qadên ku lê rêxistinên terorê çalak in bên ewledarkirin dê pêngavên berbiçav bên avêtin.
- "Hesasiyetên ewlehiya neteweyî dê heman awayî bidomin"
Di danezanê de hat gotin ku hesasiyetên ewlehiya neteweyî ya welêt di heyama nû de jî dê bi heman awayî bidome.