Önder Beyter
26 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
RIYAD
Hat ragihandin ku di êrişa fuzeya balîstîk a ku ji xaka Yemenê li dijî Riyada paytextê Erebistana Siûdiyê hat kirin da kesek hat kuştin, 2 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Erebistana Siûdiyê, Mûhemmed el-Hemadiyê berdevkê çapemeniyê yê Parastina Sivîlan li herêma Riyadê, diyar kir ku fuzeyên balîstîk ên ku ji Yemenê li dijî paytext Riyadê hatin agirkirin, li hewa hatin jinavbirin, lêbelê perçeyên wê li deverên cuda yên paytext ketin xwarê.
Hemadî diyar kir ku perçe bi ser maleke ku tê da çend kesên ji Misirê rûdinên da ket xwarê, di encamê da jî kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Di vê navberê da Serheng Turkî el-Malîkiyê berdevkê hevpeymana ku Erebistana Siûdî serkêşê wê ye, di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku ji xaka Yemenê li dijî Erebistana Siûdî 7 fuzeyên balîstîk hatin agirkirin, lêbelê Hêzên Parastina Esmanî yên Erebistana Siûdiyê ew li hewa ji navê birin.
Malîkî destnîşan kir ku ji fuzeyan 3 jê li dijî Riyadê, yên mayîn jî li dijî herêmên nêzîkî sînor hatin agirkirin û wiha got, "Ev êrişên dijminane yên Hûsiyan didin nîşan ku alîkariya Îranê ya ji bo wan dewam dike."
Malîkî herwiha diyar kir ku li dijî bajar û warên sivîl, emilandina fuzeyên balîstîk ên bi vî rengî li dijî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e.