Önder Beyter
26 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
İSTANBUL
Serkeftiyên Istanbul Photo Awards 2018 ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê hat lidarxistin û herwiha Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê, Rêhewayên Tirk û Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirk jî sponsorên wê yên fermî ne, eşkere bûn. Juriyê navneteweyî yê ku di 18-22yê adarê da li Stenbolê civiya, ji 22 welatî xelat da 27 wênegiran.
Nûçegihanê wêneyan ê Bosnayî Damir Sagolj bi wêneya xwe ya "Zarok" ku li Bangladeşê li kampa penaberên Rohîngyayî kişandiye va xelata Wêneya Salê qazanc kir.
Kevin Frayer bi rêzewêneyên ku mijara wê Rohîngya ye û ji bo Getty Images kişand va di warê Rêzenûçe da bû yekemîn.
Lukas Schulze bi wêneya "Gelo ajnevan e yan masî ye?" va di kategoriya Kit a Werzişê da bû yekemîn, Pavel Volkov jî bi rêzewêneyên ku sernava wê "Çîroka Talai" ye û ji bo Vechernaya Moskva Newspaper kişandiye va di warê Rêzejimara Werzişê da bû yekemîn.
Muhamed Fathil Asri bi wêneya ku ji bo New Straits Times Pressê kişand va bû yekemînê kategoriya Kit a Xweza û Hawirdorê û herwiha Marcus Yam jî bi wênetên ku ji bo Los Angeles Timesê kişandin va bû yekemînê Rêzejimara Xweza û Hawirdorê.
Andrew McConnell bi rêzejimara xwe ya ku ji bo Panos Picturesê kişand va bû yekemînê kategoriya Rêzejimara Portreyê, wênegirê Ûris Sergei Stroitelev jî bû yekemînê kategoriya Rêzejimara Jiyana Rojane.
Îsal xelata Wênegirê Ciwan ê di binê 28 saliyê da dan wênegira Fîlîpînî Ezra Acayanê.
Îsal di kategoriya Rêzejimara Xweza û Hawirdorê da Rodrigo Cabrita û di kategoriya Rêzejimara Jiyana Rojane da jî Anastasia Rudenko xelatên rûmetê wergirtin.
Wêneyên ku di pêşbirka Istanbul Photo Awardsê da xelat werdigirin, wê di albuma pêşbirkê ku her sal tê weşandin da cih bigirin û herwiha wê di pêşangehên li dervayî welat da jî bên nimayîşkirin.
Nûnerên payebilind ên wêneyên nûçeyên ji tevahiya dinyayê yên ku di heman demê da juriyê pêşbirkê ne, destnîşan kirin ku kesên ku di qada xwe da bûne navdar, serî li pêşbirkê dan û herwiha sal bi sal hem hejmara serîlêdanê û hem jî qalîteya wêneyan zêde dibe. Endamên juriyê diyar kirin ku di bijartina Wêneya Salê da çawa ku çavê juriyê pê dikeve, qenaeteke hevpar çêdibe.
Juriyê navneteweyî
Gerînendeyê Paris Match Dijitalê Marion Mertens ku par jî di nava juriyê pêşbirkê da bû, serwênegirê werzişê yê Getty Imegesê Cameron Spencer, endamê Ajansa NOOR û nûçegihanê wêneyan Yuri Kozyrev, nûçegihanê wêneyan Georges De Keerle, Dîrektorê Belavkirina Wêneyan û Geşepêdana Şixul ê AFPyê Michel Scotto, Gerînendeyê Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Ahmet Sel û Edîtorê Wêneyan ê AAyê Firat Yurdakul, Dîrektorê Dîtbarî yê Takie Delayê Andrei Polikanov û Frederic Lafargue ku par xelata "Wêneya Salê" wergirtibû, di juriyê pêşbirka îsal da cih girtin. Herwiha Polîkanov û Lafargue ji bo cara yekemîn di juriyê da cih girtin.
Xelat
Di pêşbirka Istanbul Photo Awardsê da ji bo wênegirê ku xelata "Wêneya Salê" werbigire wê 10 hezar dolar pere were dayîn. Dîsa yekemînê her kategoriyekê wê 8 hezar dolar, duyemîn wê 5 hezar dolar, sêyemîn jî wê 3 hezar dolar pere wekî xelat werbigirin. Xelatê Wênegirê Ciwan ku nirxê wê 3 hezar dolar e, îsal ji bo cara duyemîn hat dayîn.