31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
KABUL
Li Kabula paytextê Efxanistanê, bi wesayita bombe dagirtî êriş birin ser Balyozxaneya Iraqê ya li Kabulê, herwiha şerê piştî êrişê dest pê kir, berdewam dike.
Ji ewlekariya Kabulê 2 rayedaran diyar kir ku wesayita bombe dagirtî li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Kabulê hatiye teqandin, dûre jî yekî bi çek hewl daye ku bikeve avahiya balyozxaneyê.
Şahidên bûyerê jî gotin ku dengê çekan ji ciyê bûyerê hatiye.
Der heqê bûyerê de heta niha daxuyanî nehat dayin, hejmara mirî û birîndaran nayê zanîn û heta niha tu kesî bûyer hilneda ser xwe.