27 Hezîran 2016•Rojanekirin: 27 Hezîran 2016
DÊRA ZORÊ
Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) a li Sûriyê ragihand ku di êrîşa ûris ya dijî Quriyeya navçeya Dêra Zorê da 70 kes mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Îxwanê da hat destnîşankirin ku di êrîşa ûris a bi bombeya vakûm û fosforê da 70 kes mirin, lê civata navneteweyî tu bertek nîşanî êrîşê neda.
Di daxuyaniyê da herwisa hat bibîrxistin ku li Heleb û Îdlibê berê jî qetlîamên bi vî rengî çêbûn û bombeyên dijwar ên mîna fosfor û vakûmê ku civata navneteweyî emilandina wan qedexe kiriye, hatin bikaranîn. Ji xeynî vê, di daxuyaniyê da Rûsya wekî dagirker hat pênasekirin û hat diyarkirin ku ûris qanûnên navneteweyî binpê dike û her cure kiryarên wehşî pêk tîne.
Herwiha Îxwanê, civata navneteweyî û civata ereban tawanbar kir ku li hemberî van qetlîaman bêdeng dimînin.
Di êrîşa li dijî Quriyeyê da li gorî agahiya ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hat wergirtin, 64 kes miribûn.