Fatih Gazioğlu
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
NEW YORK
Der barê bûyera çekdarî ya ku li navenda YouTubeya malpera parvekirina dîmenan da hûrgiliyên nû derketin holê.
Li gor daxuyaniya ku ji departmana Polêsan ya San Brunoyê hat dayîn, Nasim Najafî Aghdamê ewil 3 kes birîndar kirine û piştra jî xwe kuştiye. Polêsan tespît kir ku Aghdama êrîşkar beriya şeva bûyerê wesayîta xwe 30 mîl (48 kîlometre) ji navenda YouTube dûr parq kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku polêsan li ser şikê çûne wesayît kontrolkirine û bi Nasîm Najafî Aghdamê re axivîne. Li gor çavkaniyên polêsan jinikê bi polêsan re bi zimanekî xweş xeberdaye û alîkarî daye wan. Herwiha polês nêzî 20 deqîqeyî bi Aghdamê re axivîne û gotine ku wê qet behsa YouTube nekiriye.
- Bûyer
Duh di bûyera çekdarî ya ku li navenda YouTubeya malpera parvekirina dîmenan a li San Brunoya bajarê Kalîfornîaya eyaleta Amerîkayê qewimî da kesek hatibû kuştin, 4 kes jî birîndar bûbûn. Li gor daxuyaniya polêsan Nasîm Najafî Aghdama jina 39 salî şikbar hatibû îlankirin. Aghdama êrîşkar piştî bûyerê xwe jî kuştibû.
Hat destnîşankirin ku rewşa birîndarekî 36 salî giran e, rewşa jineka 32 salî ya birîndar hê di asta xetereyê da ye. Her wiha rewşa jineka 27 salî ya birîndar rind e.