Haydar Şahin
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 06 Nîsan 2018
HATAY
Di encama xabata ekîbên Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) û Serokatiya Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê (HATSU) da avê didin qismekî navenda Efrînê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedaran sitandin, li Efrîna ku Artêşa Tirkiyeyê bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va ji terorê paqij kir jiyan vedigere halê normal.
Li bajêr ji ber hendek û tunelên ku rêxistina terorê vedabû li gelek ciyan xeta avê zirar dîtibû, li hin ciyan jî hat tesbîtkirin ku terorîstan lulikên avê xitimandine.
Hat tesbîtkirin ku li herêmê ji ber ku xetên avê zehf kevn in û hin xet jî xirab bûne, ava kanalîzasyonê û ava vexwarinê tevlihev dibin.
Di çarçoveya xebatên ji bo çareserkirina kêmasiyan da qismek xebatên ji bo avê ji Bendava Meydanliyê bînin navenda Efrînê û dorberê wê hatin temamkirin.
Temîrata hin lulikên ava ku ji bendavê tê navenda navçeyê hat temamkirin. Av pêşiyê diçe navenda parzûnkirinê ji wir jî diçe depoyê. Ji duh pê va dest pê kirin avê didin şebekeya saxlem, av gihîşte qismekî navenda navçeyê.
- Li Cindirêsê xebat dewam dikin
Wekî mayîn hat ragihandin ku li bajaroka Cindirêsê û dorberê wê xebatên ji bo temîrkirina xeta şebekeyê dewam dikin, di demeke kin da ji kaniyên Cindirêsê ra jî avê bikişe.
Rayedar dibêjin ku ekîbên DSÎyê û HATSUyê di kordînasyona Walîtiya Hatayê da xebatên xwe didomînin, di demeke kin da ew ê avê bidin hemû Efrînê û herêmê.