Endamên Platforma Azadiya Baweriyê ya Ankarayê li ber deriyê ODTUyê der heqê êrîşa li ser xwendekarên sergirtî de daxuyaniyek dan û êrîş şermezar kirin.
Endamên platformê nêzikê deriyê ODTUyê kom bûn û pankartên ku li ser "ji baweriyê re rêz, ji sergirtinê re azadî" hatibû nivîsandin vekirin û slogan avêtin.
Endamê Platformê Tayyar Tercan di axaftina xwe de got ev êrîş nîşan dide ku rêza wan ji fikr û ramanên cuda re tuneye û her wiha zirareke mezin didin azadiya fikr û ramanan. Komên ku ji bo xwe azadiye dixwazin lê ji bo komen din naxwazin di nav nakokiyeke mezin de ne. Tu kes nikare bi zordarî, şidet, zorlêkirin û sînordarkirinê ve pêşî li azadiya fikr û ramanan bigre."