ANKARA
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Medyayê Gursel Eser got: "Em Ekrem Dumanliyê ku di dîroka çapemeniyê de wek Rêvebirê Weşanên Giştî yê ku bi eşkere rojnamevanan dixe şermezar dikin û bangî wî dikin ku bila ji hempîşeyê xwe û jı çapemeniyê lêborînê bixwaze."
Eser di daxuyaniya xwe ya nivîskî de Rêvebirê Weşanên Giştî yê rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli ji ber êrîşa wî ya li ser nûçegihanê rojnameya Yenî Akîtê şermezar kir.
Eser got ku parastvanên Dumanli li Fûara Pirtûkan a TUYAPê nûçegihanê rojnameya Yenî Akîtê Mehmet Ozmen xistin û Dumanli deng nekir. Dumanli bi vê tevgera xwe ve di dîroka çapemeniyê de wê wek lekeyeke reş cihê xwe bigre.
Eser di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Rêvebirekî Weşanên Giştî çawa ji bo maf û rûmeta kesan ên ku di bin emrê wî de dixebitin re hesas tevdigere, mecbur e ku ji bo hempîşeyê xwe re jî wisa hesas be. Em ji Ekrem Dumanli dipirsin: Hempîşeyê te çima pirsa ku tu jê hez nakî ji te pirsî lêdanê xwar, gelo tu yê bi çi rûyî behsa azadiya çapemeniyê bikî? Dumanli dibêje ev bûyer provakasyon e û diparêze, lê ev tu carî vê êrîşê mafdar dernaxe. Em Ekrem Dumali yê ku di dîroka çapemeniyê de wek Rêvebirê Weşanên Giştî yê ku bi eşkere rojnamevanan dixe, şermezar dikin û bangî wî dikin ku bila ji hempîşeyê xwe û çapemeniyê lêborînê bixwaze."
Piştî lîstika neteweyî ya Tirkiye û Kazakîstanê xebatkarên ewlehiyê yên taybet êrîşî rojnamevanan kiribûn. Eser ev êrîş jî şermezar kir û got ku divê rayedar tevdîran bikin ku ev êrîş neyên kirin.